Kevirên ku ji jor da hatin bûn sedema rawestina Ekspresa Rojhilatê

Bi saya hişyarbûna makînîst, trên berî ku li keviran biqelibe hat rawestandin.

Kevirên ku ji jor da hatin bûn sedema rawestina Ekspresa Rojhilatê

Ekspresa Rojhilatê ya sefera Qers-Enqereyê dikir, li navçeya Sariqamûşê piştî kevirên ku ji jor da hatin xwarê û ketin ser rêhesina trênê hatin rakirin rêya xwe dewam kir.

Li tanga Topdagiyê ya navçeya Sariqamûşê kevir ji jor da hatin û ketin ser rêhesina Ekspresa Rojhilatê ya ku sibehê di saet 08.00an da ji Gara Trênê ya Qersê bi rê ket.

Bi saya hişyarbûna makînîst, trên berî ku li keviran biqelibe hat rawestandin.

Kevirê ku ketibû ser rayê, peywirdarên di trênê da û rêwiyan hewl dan ku rakin.

Lêbelê ev teşebus bi kêr nehat û dû ra kevir bi halet va bi trênê va hat girêdan û bi kaşkirinê va ji ser rayê hat rakirin.

Trêna ku bi qasî saetekê rawestiya, piştî rakirina kevir cardin rêya xwe dewam kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE