Kevirên Mêrdinê radyasyonê derbas nakin

Bi projeya xwendekarekê hat tespîtkirin, TÜBİTAK'ê erê kir.

Kevirên Mêrdinê radyasyonê derbas nakin

Li ser kevirên Mêrdînê ceribandineke cuda hat kirin. Xwendekar Ceren Sümerê projeyek amade kir û tespît kir ku kevirên Mêrdînê radyasyonê derbas nakin. TÜBİTAK'ê jî proje erê kir. Ev tê wê maneyê ku li xaniyên keviran ên mêrdînê radyasyon tune ye.

Li Mêrdînê xwendekara Lîseyê Ceren Sümerê projeyek amade kir.

Bi vê projeyê ceribandina radyasyonê ya li ser kevirên Mêrdînê kir.

Sümerê tespît kir ku kevirên Mêrdînê radyasyonê derbas nakin.

Telefon danî binê kevir û li aliyê din ê kevir radyasyon pîva. Hema hema rêjeya radyasyonê nêzî sifirê bû.

Bi vê projeyê tev li pêşbaziya TÜBİTAK'ê bû.

Proje ket di nav 6 projeyên hêja yên kîmyayê û TÜBİTAK'ê proje erê kir.

Ev tê wê maneyê ku xaniyên kevir ên Mêrdînê bê radyasyon in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE