Li Xuyta Mutkiyê kevneşopiya çêkirina dîzikan dewam dike. Jinên Xuytê bi çêkirina dîzikan him kevneşopiya xwe didomînin him jî debara xwe dikin.
Ev der bajaroka Xuyta Mutkiya Bitlisê ye.
Li vir hêj kevneşopiyên bav û kalan didomin.
Jinên bajarokê bi ked û xîreteke mezin dîzikan çêdikin.
Ji axê 24 cure dîzikan çêdikin û pişt re wan li ber tavê hişk dikin.
Dîzikên li virê tên çêkirin tên firotin gelek bajarên derdorê jî.
Bi saya vê yekê him kevneşopiya bav û kalan didominin him jî debara mala xwe dikin.