Kevneşopiya xwarina serxweşiyê

Xwarina şînê li ser xwediyê cinazeyê mesrefeke giran e. Helal dibe heram, xêr dibe guneh…

Kevneşopiya xwarina serxweşiyê

Alim, rûspî û STK dixwazin xwarina serxweşiyê were qedexekirin

Lı herêma başûrê rojhılat ji bo miriyan 3 roj şîn tê girtin. Lê belê kevneşopiya belavkirina xwarina serxweşiyê xwediyên cinazeyê dixe zorê. Kesên ku cinazeyên wan radibin 30-40 hezar lîre mesrefê dikin. Gelek kes ji bo deynê xwarina serxweşiyê ji bankayan bi faîzê kredî dikşînin. Alim, rewşenbîr û rûspî dibêjin; xêr û guneh lihev dikeve divê xwarina mala şînê teqez were qedexekirin.

Di adetên kurdan de piştî miriyan ji bo sûnetê 3 roj şîn tê girtin.

Hemwelatî tên serxweşiya malbatê û bi sersaxiyê moral didinê.

Lê belê ev çanda xweş û taybet bi belavkirina xwarina mala şîne hatiye herimandin.

Lewra feqîr, dewlemend firk nake, xwediyên cinazeyê li mala serxweşiyê 3 rojan nîvro û êvarê xwarinê belav dikin.

Di dînê Îslamê de jî cihê vê kevneşopiya nexwêş tine. Heta Hezretî Mihammed li eshabiyan tewsiye kiriye û gotiye kesên ku tezîya wan heye bila 3 rojan xwarinê çênekin.

Xwarina şînê di civakê de pirsgirêkeke mezin e û ji bo xwediyê cinazeyê dibe barekî giran.

Ji ber vê yekê jî welatî helalîya we dikin heram, xêrên xwe dikin guneh.

Ji bo qedexekirina xwarina mala şînê; alim, rûspî û platforma komeleyên Amedê li herêmê li hemberî adeta nexweş hewl didin. Miftîtîya Diyarbekirê jî di xutbeyan da bangî gel kir.

Miderîs Tayip Elçi got îmkana me hebû lê ji bo ku bibe mînak di şîna bavê min de me xwarina tezîyê belav nekir.

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 10:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE