Kêfa ciwanên Hakkariyî

Li aliyekî çiyayên biberf li aliyekî Ava Zapê û kêfxweşiya ciwanan heye...

Kêfa ciwanên Hakkariyî

Li herêmê biharê dest pê kir. Kêfa ciwanên colemêrgî jî xweş e. Ciwanên gundê çemê ezo, li qûntara çiyayên bi berfa spî û li ber ava zapê, hem bêhna xwe vedidin him bi hev re digerin û futbolê dilîzin.

Li aliyekî çiyayên biberf li alîyekî jî Ava Zapê heye. ciwanên Colemergî vê derê wek bihuştê bi nav dikin.

Ciwan bi hatina biharê re, berê xwe didin vî cihî xweş û bi hev re digerin û kêf dikin.

Ciwanên Gundê Çemê Ezo jî li qerexa Ava Zapê ji xwe re qadeke futbolê ava kirine û beyî ku biçin bajêr têra xwe bi gogê dilîzin.

Ciwan ji vê derê gelekî hez dikin ku him xwedî dimênên xweş in him jî Ava Zapê ya navdar di ber re derbas dibe…

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE