Kêfa eydê ya esnafên Vanê bi Turîstên Îranî zêde bû

Îraniyên di otêlên li Vanê da bi cî bûn û danûsitandinê dikin beriya eydê esnafên bajêr kêfxweş kirin.

Kêfa eydê ya esnafên Vanê bi Turîstên Îranî zêde bû

Bi hezaran turîstên Îranî yên ku di betlaneyên fermî da tên Îranê îsal jî beriya Eyda Qurbanê hatin Wanê.

Turîstên Îranê yên ku dixwazin betlaneya Eyda Qurbanê li Tirkiyeyê derbas bikin li Saraya navçeya Wanê ji Deriyê Sînor yê Kapikoyê derbasî welêt bûn.

Îraniyên di otêlên li Wanê da bi cî bûn û danûsitandinê dikin beriya eydê esnafên bajêr kêfxweş kirin.

Turîstên Îranî bi roj di nava dikanan da danûsitandinê dikin û êvarê jî li navendên kêfxweşiyê kêf dikin. Esnafên li Wanê jî ji bona turîstan kêfxweş bikin hewl didin.

Serokê Lijneya Rêvebiriyê yê Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Wanê Necdet Takva got ku ji bona turîstên Îranê tên Wanê kêfxweş dibin.

Takva diyar kir ji ber Eyda Qurbanê li bajêr qerebalixî zêde ye û wiha got, "Ji ber şewba Kovîd-19ê di Adara 2020î da deriyê Kapikoyê hat girtin û di pey ra jî car caran kêmasî çêbû. Piştî şewbê em çûn Îranî û di nava 32 saetan da me çar walî, çar serokên odeyên ticaretê û konsolxaneyan ziyaret kirin. 15-29ê Adarê di Mihrîcana Danûsitandinê ya Wanê û Cejna Newrozê da qederê 65 hezar turîstên Îranî ji Kapikoyê derbasî Wanê bûn. Ji serê salê vir da qederê 155 hezar û 500 Îranê hatine serdana bajarê me. Di destp3eka meha Tîrmehê da 10 hezar turîst hatine."

Necdet Takva destnîşan kir di salên dawîn da Îranî ji bona Wan û Tirkiyeyê bûne bazareke mezin.

"Esnaf kêfxweş e"

Ji esnafan Hatîp Kiliç diyar kir ji ber hatina turîstên Îranî qerebalixî heye û esnaf kêfxweş e.

Kiliç diyar kir ku firotina tiştan zêde bûye û got ku hemû dikan tijî dibin.

 "Wan zehf xweş e"

Meryem Kerîmiya ji turîstên Îranê destnîşan kir Wan bajarekî zehf xweş e û wiha peyivî, "Em bi turê ra hatine. Kêfa me li cî ye. Em li otêlê dimînin. Her tişt xweş e. Bihayên li vir gorî Stenbol û ciyên din him erzan û him jî baş e."

Ji turîstan Perîsa Kamiliyê diyar kir cara ewil e tê Tirkiyeyê û wiha got, "Xelkê li vir xwîna wan germ e, em ji bona ciyên dîrokî û tebiî yên Wanê bibînin û malên baş bikirin hatine."

Bextiyar Hesenê bi malbata xwe ra ji Mehabadê hatiye wiha axivî, "Wan bajarekî xweş e û bazareke mezin heye. Em ji bona betlaney3e hatine. Em ê Eyda Qurbanê li vir derbas bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE