Kêfa zarokan a di hewzên xemlê yên li Diyarbekirê da

Li Sûra navçeya dîrokî zarok hewaya xweş wekî firsendekê dibînin û dikevin hewza Anzeleyê û kêf dikin

Kêfa zarokan a di hewzên xemlê yên li Diyarbekirê da

Li Diyarbekirê zarok ji ber hewaya germ piştî dibistanê di hewzên xemlê da xwe hênik dikin.

Li bajarê ku germahî digihêje 35 pileyan li Sûra navçeya dîrokî zarok li Parka Anzeleyê digihên hev û bêyî ku guh bidin tabelaya qedexeyê dikevin hewzê. Zarok piştî ku ji hewzê derketin xwe li ser erdê beton dirêj kirin û xwe dan ber tavê. Kesên ji hawirdor ra derbas bûn jî li kêfa zarokan nihêrîn.

Zarokan got ku ji avjeniyê gelekî hez dikin û xwestin ku li taxa wan hewza soberiyê bê çêkirin.

Mertalî Molaoglu got ku piştî dibistanê bi hevalên xwe ra ji bo hênikbûnê dikevin hewzê.

Nurullah Buldu (14) jî wiha axivî: "Ji bo ku em bikarin di hewza avjeniyê da avjeniyê bikin pereyê me tune. Ev der bêpere ye û em vir avjeniyê dielimin. Em ji rayedaran dixwazin ku ji bo zarokan hewza avjeniyê ya bêpere çêkin."

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE