Mehduh Demîrê ku li gundê page yê mûşê dijî şivaniyê dike. piştî 6 mehan berfa li erdê heliya û şivan Demîr, pezê xwe derxist mêrgê.
Li deşta Mûşê ev 6 meh in berf hebû. Ji ber vê yekê pez û heywanên xelkê di goman de bûn.
Êdî berf heliya, her derê Mûşê şîn bû û li çol û çiyayan çêre heye…
Vê yekê jî kêfa şivanên Muşî anî. Şivanan pezên xwe ji axur û pangehan derxistin û berê wan dan mêrgan.
Şivan Mehduh Demîrêl ku li gundê Pagê yê Mûşê dijî jî kêfxweşiya xwe bi stranan anî zimîn.