Li bajerê qedîm Şanlıurfayê kifşa dîrokî ya nû bû sedema kelecanê. Rayedarên bajêr dibêjin dibe ku kevirên li girê qerexanê hatin dîtin, agahiyên nû derxin holê. Piştî vê kifşê, Şanlıurfayî hêvîdar in ku bajar zêdetir bala turîstan bikşîne.
Gola Masiyan, Girê Mirazan, Xirabreşk û niha jî Girê Qerexanê…
Di xebatên dawî yên arkeolojîk de li deşta Heranê li Girê Qerexanê, kevirên bi şiklê herfa T’yê hatin tespitkirin.
Li gorî pisporan ev kevirên taybet ji heyama neolîtîk mane.
Bi gotina Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abîdîn Beyazgûl kifşa dawî careke din nişan daye ku dîrok li vê derê geş bûye.
Şarê Bajarê Mezin Zeynel Abidin Beyazgül: “Li cihê ku lê kevirên bi şiklê T’yê hene însan jiyane, dîrok jiyaye... Bi ya min di rojên pêş me de dinya dê behsa Girê Qerexanê bike. Xebatên li wirê dewam dikin. Lê ez bawer im bi kifşên nû pispor dê careke din li ser agahiyên berê bifikirin.”
Piştî ku dîroka Xirabreşkê ya li bajêr deng veda gelek turîst hatin bajêr.