Kiliçdaroğlu CHP’ê bi muxtaran re civiya

Kiliçdaroğlu: Hûn kesên ji rêzê nîn in, hûn bi hilbijartinê hatin...

Kiliçdaroğlu CHP’ê bi muxtaran re civiya

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê bi muxtaran re civiya. derbarê hilbijartina herêmî de axivî. Kiliçdaroglu got “hûn bi hilbijartinê hatin, piştgiriya gel bi we re ye. ji ber vê yekê jî divê budçeya we hebe.”

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroğlu: Ji bo parastina maf û hiqûqa herkesî pişrgiriya we hewce ye, gelek girîng e. Hûn ne kesên di rêzê de ne, hûn bi hilbijartinê hatin.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroğlu li Enqerê bi muxtaran re civiya.

Kiliçdaroglu jio wan re got “Piştgiriya gel bi we re ye.”

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroğlu: Her helwesta we ya di hilbijartina herêmî de ji bo pêşketin û baştirbûna Enqerê bi sûd e. Em bêgav in ku em bi hev re bi rê ve bibin, bi hev re bixebitin.

Namzedê şaredariya bajarê mezin a Enqerê yê CHP’ê Mansur Yavaş û namzedên CHP’ê yên din yên şaredariyan jî beşdarî civînê bûbûn.

Kiliçdaroglu got ku divê budçeya muxtaran hebe.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroğlu: Hûn aqilmendên civakê ne. Muxtar bi hilbijartinê hatin ser wezîfeyê. Ji bo we projeyên me yên mezin hene. Divê budçeya muxtaran hebe. Hilbijartina we ji yên din cudatir nîn e.

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE