"Kingê hewce kir me alîkarî da Endonezyayê"

"Kingê hewce kir me derfetên xwe ji bo Endonezyayê xerc kir. Di 2004an da dema felaketa tsunamiyê çêbû jî me alîkarî kir."

"Kingê hewce kir me alîkarî da Endonezyayê"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber 17emîn salvegera tsunamiyê ya di 2004an da li herêma Açeyê ya Endonezyayê çêbû peyameke bi vîdeo şand çalakiya "Dîasporaya Açeyê ya Kurewî.

Erdogan ji bo kesên di wê felaketê da mirine got rehma Xwedê li wan be û ji bo yên mayî jî sebir xwest.

 "Em hevkariya birayên xwe yên ji Endonezyayê ra didomînin"

Erdogan got di navbera Tirkiye û Endonezyayê da dostaniyeke qedîm heye û wiha axivî: "Îro li gor emrê Pêxemberê me ya ku dibêje 'Misilman bira ne' em hevkariya birayên xwe yên ji Endonezyayê ra didomînin. Em êşa gelê Endonezyayê wek êşa xwe, şahiya wan jî wek şahiya xwe dihesibînin. Kingê hewce kir me derfetên xwe ji bo Endonezyayê xerc kir. Di 2004an da dema felaketa tsunamiyê çêbû jî me alîkarî kir. Dema gelê me bihîst li Açeyê felaketek çêbûye pir xemgîn bû, kampanyayeke alîkariyê hat kirin. Ji bilî saziyên dewleta me, saziyên civakî yên sivîl jî pir xebitîn û me vê alîkariya bi dildariya gelê me hatiye berhevkirin şande herêmê. Hîva Sor a Tirkan û TÎKAyê jî ekîb şandin herêmê ku ew beşdarî alîkariyên  jinûveavakirina herêmê bibin."

 "Xwedê careke din êşeke wiha nîşanî we û hemû mirovahiyê nede"

Serokomar Erdogan got ew piştî felaketa tsunamiyê di 2005an da çûye Endonezyayê û tesîra felaketê li Açeyê bi çavên xwe va dîtiye û wiha dewam kir: "Alîkariya Tirkiyeyê ya Endonezyayê wê demê ji 75 milyon dolarî derbas bû. Ez dixwazim bibêjim ku ev piştgiriya me ji ber biratî û muhabeta me wê dewam bike. Bi van gotinan va ez dixwazim bibêjim rehma Xwedê li xwîşk û birayên min ên Endonezyayî yên 17 sal berê di erdhej û tsunamiya wê demê da mirin be, Xwedê sebrê bide eqrebayên wan. Xwedê careke din êşeke wiha nîşanî we û hemû mirovahiyê nede. Ji bo vexwendina we ya nazik û muhabeta we ez spas dikim. Ez hemû birayên xwe yên Açeyî û Endonezyayê ji dil û can silav dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE