"kîjan bela anîn serê me dîsa jî em ji rêya xwe venegeriyan"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê têkoşîna dijî enflasyonê da wiha got: "Dema em saxlem sekinîn xweziya kesên ku destê xwe li hev didan jî wekî demên din di ber wan da ma."

"kîjan bela anîn serê me dîsa jî em ji rêya xwe venegeriyan"

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê têkoşîna dijî enflasyonê da wiha got: "Dema em saxlem sekinîn xweziya kesên ku destê xwe li hev didan jî wekî demên din di ber wan da ma."

Erdogan li Qesra Çandê ya Sabanci di Merasima Destpêka Sala Akademîk ya Zanîngeha Dokuz Eylulê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir di heyama nû da armanca wan ya ewil ew e ku ji hêla naverok û pergalê va perwerdeyê bînin asta ku bi kêrî armancên Tirkiyeyê tê û wiha dewam kir: "Di heyama pêş da pêvajoyeke dijwar li ber rêvebirî, akademî û bi heman awayî li ber sektora taybet heye. Em dixwazin dibistan û herêmên pîşesaziyê di nav hev da bin û em ê bikin."

Erdogan diyar kir heta li zanîngehan atmosfera pêşvabirina zanistê û lêkolîn û pêşvabirinê çênebû, bi hebûna tabelayan û kadroyan encamekê bi dest naxin û wiha peyivî: "Zanîngehên ku bûne dîlê kadroyên ku bi pey armancên şexsî ketine û li pey îdeolojiyan ketine nikarin encamên xêrê derxin."

Serok Erdogan destnîşan kir di nav û dervayê sînorê xwe em çi bijîn jî tu carî ji hedefên xwe venegeriyan û got kîjan bela anîn serê me dîsa jî em ji rêya xwe venegeriyan, me çavê xwe ji hedefê neqetand.

Erdogan bal kişand ser operasyonên dijî terorê û wiha got: "Heta duh jî li nav sînorên xwe me serî bi terorîstan ra dernedixist, lê îro ji Iraqê heta Sûriyeyê û ji Ewropayê heta Asyaya Navîn li çar aliyê dinyayê em heyatê ji terorîstan ra dikin zindan. Me got 'Em ê bikevin şikeftên wan' û em ketin şikeftên wan."

Serok Erdogan der barê têkoşîna dijî enflasyonê da got dema saxlem sekinîne xweziya kesên ku destê xwe li hev didan jî wekî demên din di ber wan da ma.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE