"Kêliyên têkçûnê" yên şeva hewldana derbeya FETOyê

Di şeva hewldana derbeya FETOyê ku bi mehan berê amadekariyên wê hatibûn kirin da liberxwedan û geşedanên hesabnekirî mirazê derbekeran di çavê wan da hişt

"Kêliyên têkçûnê" yên şeva hewldana derbeya FETOyê

Şeva hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku bi mehan berê amadekariyên wê hatin kirin, hin geşedanên ku wan hesabê wê nekiribû rû dan û bûyerên şevê guherandin.

Ev bûyerên ku wekî "têkçûna hewldana derbeyê" derbasî dîrokê bûn, bi biryarguhertina bînbaşiyekî va dest pê kirin ku bînbaşi ji bo îxaneta 15ê Tîrmehê hatibû peywirdarkirin. Binbaşi di kêliya dawîn da biryara xwe guherandibû û çûbû Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT).

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê berhev kir, pîlotê helîkopterê bînbaşi O.K. yê li Fermandariya Hewageriya Bejayê peywirdar, çend saet berî hewldana derbeyê ji peywirdarên MÎTê ra got ku FETO dê bi helîkoptera ku dê bi şev ji Fermandariya Hewageriya Bejayê bi firê bikeve va Misteşar Hakan Fîdan werbigire."

Peywirdarên îstixbaratê, ev îxbara berî civîna Şûraya Eskerî ya Bilind (YAŞ) a ku dihat pêşbînîkirin dê eskerên FETOyî bên tesfiyekirin, wisa nirxandin dibe ku pêşxebera hewldaneke derbeyê be. Peywirdaran ev agahî ji Sererkaniyê ra ragihand.

Sererkanê serdemê Orgeneral Hulusî Akar piştî hevdîtina xwe ya digel Serokê MÎTê Hakan Fîdan, emrê "Qada asîmanî ya Tirk bira ji bo wesayîtên asîmanî yên eskerî ra were girtin" da.

Li ser vê yekê, derbekaran hewldana derbeyê ya ku dê saet 03.00an bikirana, hildan pêşiyê û lewma jî neçar man ku planên amadekirî jî biguherînin.

Mensûbên rêxistinê yên ku li hemberî vê rewşa nepêşbînîkirî nizanibûn wê çi bikin, yekîneyên ku dê di hewldana derbeyê da bi kar bianiyana, nikaribûn mîna ku plan kiribûn bi kar bînin.

Bangewaziya Erdogan bû destpêka berxwedanê

Kêliyeke din a têkbirina hewldana derbeyê jî bangewaziya Serokomar Recep Tayyip Erdogan bû ku bangî gel kir ku "derkevin qadan."

Heya wê kêliyê derbekaran xwestin baweriya xwe bi derewa Serokomar Erdogan revî dervayî welêt an jî hat desteserkirin û birin keştiya li behra vekirî bînin û da ku ji hêla psîkolojîk va bibin aliyê xurt.

Lêbelê gava saet bû 00.26 Serokomar Erdogan derket weşana zindî ya CNN Turkê û got, "Ez bangî miletê me dikim ku dakevin qadan."

Li ser bangewaziya Erdogan, welatiyan ala girtin destê xwe û daketin qadan û li hemberî derbekaran demokrasî parastin.

Berxwedana Akar hêviya derbekaran şikênand

Derbekaran ji bo ku piştgiriya eskerên ji wan nînin bistînin, gotegota "derbe di çarçoveya emr komutayê da tê kirin û Sererkan Akar û heyeta komutayê pêvajoyê bi rê va dibin", belav kirin.

Lêbelê Akar digel ku çek dirêjî serê wî kiribûn jî li dijî derbekaran derketibû û xwestibû ku hewldan were bidawîkirin.

Li ser vê yekê derbekaran Akar derdest kiribû û biribû Baregeha Akinciyê.

Berxwedana Akar, derewa derbe di çarçoveya emr komutayê da tê kirin, derxist holê û rê li serkeftina îxanetê girt.

Egîdiya Omer Halisdemir

Wê şevê geşedaneke berê hewla derbeyê guhert jî egîdiya Berbaz Omer Halisdemirê ku di baregeha Fermandariya Hêzên Taybet (FHT) da wezîfedar bû.

Ji derbekeran Tuxgeneral Semîh Terzî bo bidestxistina baregeha FHTyê bi rêk û pêk û tevlî du tîm eskerên bi çek û rext ji Diyarbekirê ber bi Enqereyê va hat.

Li ser vê geşedanê Fermandarê FHTyê Zekaî Aksakal têlefonî Halisdemir kir û jê ra got ku Terzî çawa ket baregehê tu wî berteref bikî.

Halisdemir emrê fermandarê xwe bi cî anî û li pêş baregeha FHTyê Terzî berterefkir û paşê jî ew û hin eskerên pê ra bûn hatin şehîdkirin.

Di nav derbekeran da xebera mirina Terzî belav bû û mirazê wan di çavê wan da ma û egîdî û mêrxasiyên li hemberî hewla derbeyê hatin nîşandan jî di dîrokê da cihê xwe girtin.

Rê li derketina tankan hat birîn

Li gor planê derbekeran nêzî 50 wesayîtên bizirx ên tijî cebilxane ku malê Fermandariya Tûmen û Perwerdehiyê ya Yekîneyên Bizirx a Etîmesgutê bûn wê li deverên girîng ên Enqereyê bihatina bicîkirin.

Derbekeran dixwest çavê miletê bitirsînin û bajêr hildin bin kontrola xwe.

Bi destpêka hewla derbeyê va tuxgeneralê berê Ahmet Bîcan Kirker dest danî ser birêvebirina baregehê û telîmat da lê komek esker guh nedan emrê fermandarê derbeker sîgorteyên tankan jê derxistin û mifteyên wan veşartin.

Eskerên dijî derbeyê Kirkerê derbekar qefaltin û teslîmî polêsan kirin.

Bi saya xîreta komek eskerên dijî derbeyê bûn rê li derketina tankan hat girtin û derbekarên li benda alîkariyê bûn jî yek bi yek hatin qefaltin.

500 eskerên qomando wê sewqî Enqereyê bikirina

Derbekar li hemberî geşedanên li ser hev pêk hatin xwestin ji Lîvaya Qomandoya 11mîn a li Denizliyê ye 500 eskerên qomando bînin Enqereyê.

Bi saya birîna ceyrana Balafirgeha Çardakê, bicîkirina makîneyên kar ên li qada balafir lê datînin û liberxwedana gel eskerên qomando ji Denizliyê ber bi Enqereyê nehatin û ew plan jî badilhewa bû.

Derbekarên dixwestin di şeva hewla derbeyê da bi hezar deq û dolabî Enqereyê hildin bin kontrola xwe bi ser neketin û mirazê wan di çavê wan da ma.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE