Koça masiyên Vanê

Ji ber şewbê bi tenê wênegiran koça masiyan temaşe kir

Koça masiyên Vanê

Cureyê masiyên "încî kefalî" yanî masiyên wanê bi tenê li Vanê hene. Masî ji bo hêkên xwe daynin, diçin aliyê çeman. Îsal ji ber şewba koronayê, bi tenê wênegir û rojnamegeran koça masiyan a ber bi çeman ve temaşe kirin.

Masiyên Vanê her sal di navbera 15ê Nîsan û 15ê Tîrmehê de, ji bo hêkên xwe daynin, ber bi çeman ve koç dikin.

Ew hêkên xwe danaynin ava golê, lewra ava golê şor e.

Ji ber vê yekê jî masiyên Vanê ber bi çeman ve koç dikin.

Îsal ji ber şewba koronayê bi tenê wênegir û rojnamegeran koça masiyan temaşe kir.

Ev der 10 kîlometre dûrê Ercişê ye, ji bo masî hêkên xwe daynin aveke guncav e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE