Koça masîkefalan ji ber kêmbûna berf û baranê dê îsal bi zehmet derbas bibe

Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Dr. Faruk Alaeddinoglu di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li dinyaya ku ev qedera 100 sal e her ku diçe germ dibe, av kêm dibin û hişkayî zêde dibe.

Koça masîkefalan ji ber kêmbûna berf û baranê dê îsal bi zehmet derbas bibe

Li Gola Vanê û çemên dewrûbera wê, ji ber daketina asta avê ya ji ber şert û mercên hewayê û guherîna avûhewayê ya kurewî, tê texmînkirin ku îsal koça masîkefalên ku di serdema lihevzêdebûnê da koçî avên şêrîn dikin, dê zehmet derbas bibe.

Van salên dawîn kêmbûna asta Gola Vanê û her wiha daketa asta ava çemên dewrûberê, balê dikişîne.

Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Dr. Faruk Alaeddinoglu di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li dinyaya ku ev qedera 100 sal e her ku diçe germ dibe, av kêm dibin û hişkayî zêde dibe.

Alaeddinoglu diyar kir, çavkaniyên avê yên li Tirkiyeyê jî her du diçe kêm dibin û wiha dewam kir:

"Hewzeya Gola Vanê ji wan qadan e ku av kêm dibe û hişkayî zêde dibe. Kêmbûna berf û baranê, tesîreke neyînî li potansiyela ava li hewazê jî dike. Di xebatên me yên li ser guherîna avûhewayê ya kurewî da em dibînin ku asta ava Gola Vanê 200 sal e zêde dibe. Îsal li gorî salên çûyî rewşeke cuda diqewime. Bi qasî çar caran berf û barana ku dibare herêmê, dukel çêdibe. Berf û barana ku dibare di wê astê da nîne ku têra vê yekê bike. Tabloya ku ji îro şûnda dê derkeve pêşiya me, dê ew be ku asta ava Gola Vanê her ku biçe dê kêm bibe. Gelê me dê wê yekê bi çavê xwe bibîne ku ava Gola Vanê her ku biçe dê kêm bibe. Tu işaret di destê me da tune ku vê yekê biguherîne."

Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş ku li ser Gola Vanê û masîkefalan lêkolîna dike jî diyar kir ku li Hewzeya Gola Vanê li gorî salên derbasbûyî berf pir hindik dibare.

Akkuş diyar kir, germbûna hewayê tesîrê li germbûna ava golê jî dike û wiha dewam kir, "Berfa ku zivistanê dibare, havînê dibe çavkaniya ava çeman. Bi saya vê avê va neslê masîkefalan didome ku li herêmê deriyê debara 15 hezar însanî ye. Li gorî daneyên meteorolojîk, kêmbûna barîna berfê dê bibe sedem ku havînê asta ava çeman jî dakeve. Koça masîkefalan a di serdema xerzdanînê da li gorî van daneyan dê pir zehmet derbas bibe."

Akkuş bal kişand, germiya ava golê ya ku divê 4 pile bûya, niha 7 pile ye û wiha dewam kir:

"Ev rewşa ku me îsal dît, di salên pêşiya me da dê bidome û her ku biçe dê mezintir bibe. Lewma divê hemû sazî vê rastiyê bidin ber çavan û li gorî wê tevbigerin. Masîkefal her çiqas jiyana xwe li ava şor û bi soda ya Gola Vanê da derbas bike jî domandina hebûna wê, bi hebûna çemên ku digihîjin golê va pêkan e. Tunebûna van av û çeman tê wateya tunebûna masîkefalan jî. Daketa asta ava çeman dê tesîreke neyînî li ser xerzên masîkefalan jî bike."

Masîkefalên Gola Vanê di serdema xerzdanînê da di navbera 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê da berevajiyê herka avê avjeniyê dikin û koçî avên şêrîn dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE