"Koçberî pirsgirêkeke mirovî ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, "Dema ku pêlek din a koçê biqewime, îdî em nikarin vê bi tena serê xwe çareser bikin."

"Koçberî pirsgirêkeke mirovî ye"

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Îro li seranserê cîhanê nêzîka 260 milyon koçber, zêdetir 68 milyonî kesên ku cih û warê xwe terikandine û ji 25 milyonî zêdetir jî penaber hene. Ev hejmar ji ber sedemên aborî, birçîtî, xela, şerê navxweyî, êrîşên terorî û bêistiqrariyên siyasî roj bi roj zêde dibe."

Serok Erdogan li Qesra Çiraxanê li şîva ku ji bo wezîr û serokheyetên mêvan ên "6emîn Konferansa Wezîran a Pêvajoya Budapêstê" axivî.

Erdogan anî ziman ku li hember qeyraneke koçê ne ku emsalê wê di nava civaka navneteweyî de kêm e û wiha got, "Îro li seranserê cîhanê nêzîka 260 milyon koçber, zêdetir 68 milyonî kesên ku cih û warê xwe terikandine û ji 25 milyonî zêdetir jî penaber hene. Ev hejmar ji ber sedemên aborî, birçîtî, xela, şerê navxweyî, êrîşên terorî û bêistiqrariyên siyasî roj bi roj zêde dibe."

- "Koçberî pirsgirêkeke mirovî ye"

Erdogan wiha got, "Koçberî pirsgirêkeke mirovî ye ku rehenda wê ya asayişî jî heye. Di koka vê pirsgirêkê de kêmasiya edaletê û empatiyê heye. Li cîhanê heta ku îxlala mafan û pevçûn hebin, heta ku ferqa di navbera zengîn û feqîran de zêde be dê hemî demê koçber derê xwe bidin rêyan."

Serok Erdogan wiha pê de çû

"Nabe ku take rêya çareserkirina pirsa koça ji Sûriyeyê, weke hiştina wan di nava sînorên me de, bê dîtin. Dema ku pêlek din a koçê biqewime, îdî em nikarin vê bi tena serê xwe çareser bikin. Di salên pêşî yên qeyrabê de, formula herêma ewledar a ku min anîbû rojevê, ji bo vegera penaberên Sûiryeyî rêya herî pratîk e."

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE