Piştî êrîşa xayîn a li îdlibê li ser sînoran tevlihevî dest pê kir. Hatibû gotin wê rê li ber penaberan neyê girtin. Piştî vê, bi sedan penaberî berê xwe da sînorên Yewnanistan û Bulgaristanê.
Zar û zêç, jin û mêr, zarok û mezin…
Bi sedan penaberên bêpergal ber bi sînoran ve dimeşin.
Piştî êrîşa xayîn a li Îdlibê, koçber ji aliyê Tirkiyê ve, ber bi sînorên Ewropayê ve diçin.
Piştî ku hat gotin riya penaberan wê neyên girtin, tevlihevî dest pê kir.
Pebaner ji nîvê şevê û pê ve, ber bi sînoran ve meşiyan.
Penaberan bawil û çenteyên xwe amade kirin û berê xwe dan cih û warên vala yên li ser sînorên Yewnanistan û Bulgaristanê.
Penaber ji bo vê pir kêfxweş in.
Herwiha penaberên ku dixwazin bi riya behrê derbasî Ewropayê bibin jî berê xwe dan sînoran.
Penaberên ku li Îzmîr û Aydinê di îdareya koçberan de diman jî bi rê ketin.
Hin penaber çûn Kuşadasi hin jî çûn Dîkîliyê.
PENnberên li Îdareya Koçberan a Îzmîrê jî li otobusan siwar bûn û ber bi navçeyên nêzî sînor û Edîrneyê ve çûn.
Penaber li Berava Dîkiliyê kom bûn. Di nav van de zarok û jin jî hene.
Li Ayvacika Çanaqqalê jî bi sedan koçber kom bûn.
Ji bo ku bi botan derbasî girava Mîdîlliya Yewnanistanê bibin amadehiyan dikin.