Koçberên bêdestûr şandin welatê wan

Bi mebesta dersînorkirinê 215 koçberên bêdestûr ên Efxan, piştî temambûna miemeleyan ji hêla Navenda Paşdaşandinê ya Edîrneyê bi otobusan bo Stenbolê hatin şandin.

Koçberên bêdestûr şandin welatê wan

 215 koçberên bêdestûr ên Efxan ên dê bên dersînorkirin, ji hêla Navenda Paşdaşandinê ya Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Edîrneyê bo Stenbolê hatin şandin.

Xebatên li ser koçberên bêdestûr didomin ku li seranserî welêt di dîrokên cuda da hatine desteserkirin û li Navendên Paşdaşandinê yên Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bi awayekî berwext tên hewandin.

Di vê çarçoveyê da koçber ber bi welatê xwe paşda tên şandin.

Bi mebesta dersînorkirinê ew 215 koçberên bêdestûr ên Efxan, piştî temambûna miemeleyan ji hêla Navenda Paşdaşandinê ya Edîrneyê bi otobusan bo Stenbolê hatin şandin.

Koçberên bêdestûr ên Efxan dê ji Stenbolê bi seferên charter bo welatê xwe bên şandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE