Koçberên dixwazin sînor derbas bibin tên Edirneyê

Koçberên dixwazin herin Ewropayê ref bi ref tên Edirneyê.

Koçberên dixwazin sînor derbas bibin tên Edirneyê

Piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand ji 100 hezarî zêdetir koçber ji Edirnederbasî Ewropayê bûn, hejmara koçberên tên Edirneyê jî zêdetir bû.

Koçber him ji bejayê û him jî ji behrê derbas dibin.

Gelek koçber li gundên sînor in û hewl didin derbasî Ewropayê bin.

- Yên li herêma tampon rawestiyane jî hene

Koçber hêvî dikin Yunanistan deriyên sînor veke û ew jî herin Ewropayê. Ji ber vê li herêma tampon ya di navbera Pazarkule - Kastaniesê bendê sekinîne.

Hêzên Yunanistanê gelek caran bombeyên xaza îsotê davêjin. Ji ber vê koçber ber bi dar û daristanan diçin.

Ji 2 hezarî zêdetir koçberan di nav rewşeke xirab da şeva xwe li vir derbas kirin.

Herî zêde malbatên zarokên wan hene zehmetiyê dikşînin.

Xebatkarên Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr bi serkêşiya Walîtiya Edirneyê rojê 3 danan xwarinê didin koçberan.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 14:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE