Koçerên ji bona pezên xwe biçêrînin ji Sêrtê hatine zozanên li Korkuta navçeya Mûşê Eyda Qurbanê di çadir û konên xwe da pîroz dikin.
Koçerên biharê ji Kurtulana navçeya Sêrtê tên zozanên bilind di çadir û konan da dijîn.
Koçerên li zozanên Mûşê qederê 20 çadir û kon vegirtine ji bona biçêrin heywanên xwe berdan çolê û peyra eyda hev pîroz kirin.
Qasim Çelikê koçer daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ji mal û xizmên xwe dûr di çadir û konan da Eyda Qurbanê pîroz dikin.
Çelik destnîşan kir li zozan qederê 60 koçer hene û wiha got: "Xizmên me yên din li Kurtalanê dimînin. Em jî ji bona heywanên xwe biçêrînin hatine vir. Qederê meh û nîvekê bi şun da em ê vegerin. Em bi xizmên xwe ra carna bi têlefonê dipeyivin, lê em hev nabînin. Em hemû eydan ji mal û xizmên xwe dûr di çadir û konan da pîroz dikin."
Cahît Çelikê koçer jî diyar kir ji welatê xwe dûr in û got gelek ecêb tê meriv li ser çiya eydê pîroz bike.AA