Ber bi zivistanê ve û sarbûna hewayê vegera koçeran dest pê kir. Koçerên ku ji Van û Bitlisê hatine û çûne zozanên Nusaybînê, li ser Gercûşê vedigerin gundên xwe.
Koçer ji bo çêrandina heywanên xwe, girtina ron û penêr biharê diçin zozanan.
Li zozanan derfetên wan kêmtir in.
Lê bi pêşketina teknolojiyê, koçer amûrên xwe yên elektronîk bi panêlên rojê şarj dikin.
Qismek koçerên Van û Bitlisê ku diçin zozanên Nusaybînê, bi hatina demsala zivistanê êdî vedigerin gundên xwe.
Koçer ji kesên li zozanan gelek razî ne.
Hin koçer ji çil û çiyayan vedigerin û vegera wan jî bi zehmet e.
Hinek jî bi riyên navbajaran vedigerin.