Koçeran berê xwe dan zozanan

Îsal ji bo ku herêm aram e û bûyer tune ne hejmara koçeran zêde bû

Koçeran berê xwe dan zozanan

Ji bo ku li herêmê aramî heye û teror xilas bû, bi sedan koçerî bi heywanên xwe berê xwe dan zozanan. Li bêşebaba şirnexê jî koçer zêdetir hatin zozana faraşînê.

Li herêmê bi salan e ku ji ber bûyerên terorê koçeran nikaribûn heywanên xwe bi rehetî bibirana zozanan.

Îsal ji ber ku teror xilas bû koçeran berê xwe dan Zozana Faraşîna Bêşebaba Şirnexê.

Qeymeqamê Beytüşşebapê İsmail Pendik: “Him ji navçeyên Şirnexê, him jî ji navçeyên bajarên nêzî Bêşebabê gelek koçer hatin Zozana Faraşînê. Em ê îsal di hejmra koçeran de bigihêjin asta herî bilind. Ji bo hilberînê jî ev yek girîng e.”

Koçerên ku ji deverên cuda hatine li Zozana Faraşînê bicih dibin û heywanên xwe xwedî dikin.

Koçer dê heta payîzê bi qasî 5- 6 mehan li vê derê bimînin û paşê jî dîsa vegerin deştê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE