Koçerên ku wê derkevin zozanan li benda reşbûna erdê ne

Îdir di serî da ji bajarên dor û berên Herêma Rojhilatê Anadoluyê gelek koçer ji bo ku di mehên havînê da pezên xwe biçêrînin berê xwe didin zozanan lê îsal ji ber ku serma neşikestiye zozanên Agiriyê bi berf in.

Koçerên ku wê derkevin zozanan li benda reşbûna erdê ne

Koçerên xwedî pez bi hatina biharê va 10 roj berê ji Îdirê derketin rê û gihîştin Agiriyê ew niha jî ji bo derkevin zozanan amadehiyan dikin.

Îdir di serî da ji bajarên dor û berên Herêma Rojhilatê Anadoluyê gelek koçer ji bo ku di mehên havînê da pezên xwe biçêrînin berê xwe didin zozanan lê îsal ji ber ku serma neşikestiye zozanên Agiriyê bi berf in.

Bajarê bi qasî 6 mehan di bin berfê da dimîne bi hatina biharê va reng û rûçik guhert û niha jî bi koçerên dixwazin derkevin zozanan va şên bû. Bi dehan koçerên ku bi hezaran pez dane pêşiya xwe û ji bo derkevin zozanan hatine Agiriyê li benda helîna berfê ne.

Koçerên ji Îdirê dest bi rêwîtiyê kirin ji Taşliçaya navçeya Agiriyê derbasî Zozana Sînegê bûn û di bin baranê da tevlî mêşin û berxikan xwe gihandin gundê Cumaçaya navendî ya ser Agiriyê.

Heta 20 rojî wê bêhna xwe bidin

Koçerên ji bo zozanan derketin rê di nav gelek zor û zehmetiyî da bi qasî 5 hezar mêşin û berxik dan pêşiya xwe û ber bi zozanan va hatin. Lê dîtin ku berfa li serê zozanan hê jî neheliyaye û ji ber vê jî biryar dan ku wê heta 20 rojî bêhna xwe bidin û paşê rêwîtiya ber bi zozanan va dewam bikin.

Koçer niha pezên xwe li devê çem û cihên şînbûyî diçêrînin û piştî ku berf heliya wê rêwîtiya xwe bidomînin.

Ji koçeran Huseyîn Guneş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji mezraya gundê Îdirê bo biçin zozanên li Elaşgirê digel berf, baran, zor û zehmetiyan derketin rê û xwe gihandin vê derê.

Guneş destnîşan kir ku rêwîtiya wan zor û zehmet e û wiha pê da çû: "Em ji bo derkevin zozanan bi rê ketin. 10 roj e em tî û birçî bi rojî di van rêyan da ne. Di bin berf û baranê da me ji mecbûrî rêwîtiya xwe domand. Me niha bêhna xwe da û dema berfa li zozanan bihele em ê rêwîtiya xwe bidomînin. Em ê bi qasî 20 rojî li vê derê û sê mehan jî li zozanan bimînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE