Koçerên ku ji meha gulanê ve li deşt û zozanên Karsê konên xwe danîbûn dest bi vegerê kirin. Koçerên li Karsê ji bo çêrandina heywanên xwe berê xwe didin deşt û zozanên germ.
Dema payiz tê û hewa sar dibe, rêwîtiya koçeran jî dest pê dike.
Koçerên ku ji meha Gulanê ve li deşt û zozanên Karsê heywanên xwe diçêrandin bi hatina sar û sermaye re dest bi vegerê kirin.
Koçerên ku barê xwe li hesp û keran kirin û heywanên xwe dan ber xwe wê heta deşt û zozanên li deverên germ bimeşin.
Koçer dibêjin: “Riya me dirêj, barê me giran e. Lê karê me jî ev e.”