Kolan û xebatên li keleha dîrokî

Bi ked û xebatên 35 kesan restorasyona qeleyê qediya

Kolan û xebatên li keleha dîrokî

Li Elezîzê ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve bi tîmeke mezin li keleha dîrokî ya Xarpêtê xebatên kolan û restorasyonê dihatin kirin. Êdî xebat xelas bûn. Qele, niha li benda serdana welatî û turîstan e.

Bi dîwarên xwe yên bilind, bi berhemên xwe yên beriya 2 hezar û 800 salî…

Ev dîmen ji Kelha Xarpêtê ya li Elezîzê ne.

Kelhe di heyama Urartûyan de li ser tehtekî bilind û asê hatiye çêkirin.

Li kelehê û hawirdora wê ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê, Walîtî, Şaredarî û Zanîngeha Firatê ve xebatên kolan û restorasyonê hatin kirin.

Di kolanan de 4 hezar û 800 perçe berhem hatin dîtin.

Niha him keleha dîrokî him jî amûrên dîrokî yên wê, li benda serdana welatî û turîstan in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE