Kolana şûnwarên dîrokî ya li Keleha Heskîfê dê dîrokî ronî bike

Li Batmanê li navçeya Heskîfê ya ku raboriya wê vedigere 12 hezar sal berî niha, xebatên kolana şûnwarên dîrokî yên li Keleha Heskîfê didomin.

Kolana şûnwarên dîrokî ya li Keleha Heskîfê dê dîrokî ronî bike

Li Heskîfa navçeya Batmanê ya ku yek ji cîwarên herî kevnar ên dinyayê ye, bi saya kolana şûnwarên dîrokî ya ku li keleka navçeyê dewam dike, berhemên dîrokî dê derkevin holê.

Li Batmanê li navçeya Heskîfê ya ku raboriya wê vedigere 12 hezar sal berî niha, xebatên kolana şûnwarên dîrokî yên li Keleha Heskîfê didomin.

Bi serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Mardin Artukluyê Doç. Dr. Zekaî Erdal, xebatên kolana serdema 3yem bi destê ekîba pispor dimeşe.

Serokê Kolana Heskîfê Doç. Dr. Zekaî Erdal ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku 12 hezar sal raboriya Heskîfê heye.

Erdal bal kişand, bi Bendava Prof. Dr. Veysel Eroglu va bi tenê qismê jêrîn ê bajêr di bin avê da ma û qismê jorîn ê ku di dîrokê da paytextiya navçeyê kiriye jî wek xwe li ser piyan e.

Erdal da bibîrxistin ku li Heskîfê kolanên şûnwarên dîrokî cara ewil salên 1980yî bi serokatiya Prof. Dr. Oluş Arik dest pê kirin û her wisa salên 2000î jî Prof. Dr. Abdusselam Uluçam ev peywir domand.

Erdal bal kişand ku ew niha xebatên kolanê li Keleha Heskîfê li ciyê ku wekî qesra mezin tê zanîn didomînin û wiha got:

"Keleha Heskîfê divê tevî gelî û binkeyên li dewrûberê wekî yek cih were lêkolînkirin. Keleha me ji 110 donim erdî pêk tê. Nimûneya herî baş a vê yekê Efes e. Kolanên li Efesê zêdeyî 100 sal e didomin. Lewma jî Heskîf jî xwedî kapasîteyeke wisa ye ku kolanên şûnwarên dîrokî dibe ku bi sedan salan dewam bike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE