Kolanên Ömerliyê tên firehkirin

Dîwarên li kolanan li gorî eslê xwe yê dîrokî ji nû ve tên danîn

Kolanên Ömerliyê tên firehkirin

Li Ömerliya Mardinê xebatên firehkirina kolanan dewam dikin. Dîwarên li kolanan li gorî eslê xwe yê dîrokî ji nû ve tên danîn. Tê payîn ku ev kar û bar bêtir xizmetê bide tûrîzma bajêr.

Şaredariya Ömerliya navçeya Mardinê li kolanan dîwarên bi prîkêtan hatine çêkirin hildişîne da ku kolan bêtir fireh bin.

Ji şûna dîwarên tê hilşandin, li gorî eslê xwe yê dîrokî dîwar tên danîn.

Ji bo çêkirina van dîwaran kevirên Midyat û Ömerliyê tên bikaranîn.

Bi vê yekê tê xwestin ku ev fêde bide tûrîzma bajêr.

Li navçeya Ömerliyê avahiyên keviran bi deh salan li ser xwe mane.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE