Koleksiyona keviran

Ji çar aliyên dinyayê kevir anîn û bi wan koleksiyon çêkir

Koleksiyona keviran

Akademîsyen dr. Cihan Önen li zanîngeha Bilîs Erenê mamoste ye. Mamoste Önen bi kevirên ku ji çar aliyê dinyayê berhev kirine koleksiyonek ava kiriye û dixwaze bi van keviran pêşaneyekê veke.

Dr. Cihan Önen li Zanîngeha Bilîs Erenê akademîsyen e. Ji zarokatiya xwe û vir ve kevirên ji hev cudatir berhev kirine.

Deng: 04:30 Mêr “Ez bi salan e ku kevirên ku bala min dikşînin berhev dikim. Ji rojhilata navîn bigirin heta Efrîqayê min ji gelek welatan kevir anîn. Niha li cem min bi sedan cure kevir hene.

Akademîsyen Önen ji xeynî koleksiyonê bi van keviran tizbî û zendikan jî çêdike.

Önen:”Dema min li ser keviran lêkolîn dikir ez hîn bûm ku hin kevir ji stresê re baş in. Min jî ji wan tizbî û zendik çêkirin. Kevir derbarê demên berê de jî agahiyan didin mirovan.

Mamoste Önen dixwaze bi van keviran ji xwe re pêşaneyekê jî veke.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE