Koma wefayê dixebite

Li Batmanê koma alîkariyê ya Wefayê, xizmetên xwe didomîne.

Koma wefayê dixebite

Di çarçoveya tevdîrên li dijî koronayê de, li gelek deran xebat tên kirin. Alîkariya komên wefayê dewam dike. Di kampanyaya “em besî hev in” de jî gelek kes bexşên xwe, teslîmî wezîfedaran dike.

Li Batmanê koma alîkariyê ya Wefayê, xizmetên xwe didomîne.

Li bajêr ji bo hezar malbatan alav û amûrên paqijiyê hatin belavkirin.

Di nav alavan de sabûn, kolanya û deterjanên cuda hene.

Wezîfedaran got wê alîkariya me ya ji bo hewcedaran dewam bike.

Li Igdirê jî xwendekarên Efrîqayî nehatin jibîrkirin.

Rayedarên bajêr, ji bo xwendekarên nikarin biçin welatên xwe, hemû derfet seferber kirin.

Ji bo xwendekaran tevî xurekan, alavên din ên elzem hatin peydekirin.

Li Ercişa Vanê û Karsê jî piştgiriya ji bo kampanyaya bexşê hebû.

Li Ercişê, kalemêrekî 70 salî, gazî wezîfedaran kir û piştgiriya neqdî da kampanyaya “Em Besî Hev in”ê.

Polîs alîkariya kalemêr, ji destê wî girt.

Li Karsê , keçika 6 salî pereyê di kompereyê de, tev bexşî kampanyayê kir.

Fatmaya 6 salî, ew pere ji bo gera xwe ya Umreyê kom kiribû.

Lê piştî banga serok Erdoğan, wê jî keda xwe xist kampanyayê.

Li aliyê din, tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li çar aliyên Tirkiyeyê bûne perçeyeke jiyanê.

Li Karakoçana Elazigê jî, şaredarî li cihên hatûçûnê standên dezenfektanê danîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE