"Komara me kesê bêkesan e"

Qeymeqamiya Hilvanê ji bo kesên hewcedar xizmeta paqijiyê dide

"Komara me kesê bêkesan e"

Qeymeqamiya Hilvana Şanlıurfayê ji bo kesên 65 salî mezintir û hewcedar, xizmeta paqijiyê dike. Ekîbên weqfa alîkariya civakî diçin malan, porê kalan çêdikin, malên wan paqij dikin, li hemberî şewba koronayê wan hişyar dikin.

Di destê xebatkarên tenduristiyê de cîhazên pîvandina tansiyon û kela bedenê, kontrola tenduristiyê dikin...

Hin kesên din porê kalan çêdikin...

Ekîbên Weqfa Alîkariya Civakî yên Qeymeqamiya Hilvana Şanlıurfayê li malên kesên 65 salî mezintir xizmetên paqijiyê didin.

Ligel vê yekê welatiyan li hemberî şewba koronayê hişyar dikin.

Qeymeqamiyê heta niha ji bo hezar û 200 kal û pîran ev xizmet kiriye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE