"Komara Türkiyeyê dewleteke hiqûqê ye û li ber qanûnan her kes wek hev e "

Waliyê Îstanbulê Yerlîkaya daxuyand li Beşîktaş û Sariyerê meş, civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin

"Komara Türkiyeyê dewleteke hiqûqê ye û li ber qanûnan her kes wek hev e "

Waliyê Îstanbulê Alî Yerlîkaya daxuyand bang tên kirin meriv li ber Zanîngeha Bogazîçiyê kom bibin û got li Beşîktaş û Sariyerê meş, civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Twîtterê got hin saziyên civakî yên sivîl û kom li ser medyaya civakî û bi rêya çapemeniyê dibêjin bila îro li ber Zanîngeha Bogazîçiyê civînek çêbibe.

Walî Yerlîkaya got ji ber şewba vîrusa koronayê dibe ku ev tesîreke neyînî li ser tenduristiyê bike û anî ziman li Beşîktaş û Sariyerê meş, civîn û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe da wiha got: "Komara Türkiyeyê dewleteke hiqûqê ye û li ber qanûnan her kes wek hev e. Ya ku em ji welatiyên xwe dixwazin ew e ku ew ji tevgerên dibin sûc dûr bisekinin û bi aqlekî selîm tevbigerin. Hêzên me yên ewlehiyê ji bo ewlehî û aramiya me her tim li ser wezîfeyên xwe ne. Polêsên me hêza xwe ji qanûnên me û hezkirina miletê me digirin. Wek her bûyerê ji vir pê va jî ewê li gor qanûnê wezîfeyên xwe bikin û berpirsyariyên xwe bi biryar bi cih bînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE