Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê

Seroka Dîwanê Ozlem Çerçîogluyê ragihand ku di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da tenê Parlamenterê Îzmirê Kemal Kiliçdaroglu ji bona serokatiya giştî wek namzed hatiye nîşandan.

Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê

Di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da tenê Parlamenterê Îzmirê Kemal Kiliçdaroglu ji bona serokatiya giştî wek namzed hat nîşandan.

Li Bîlkent Odeonê Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê didome.

Komcivîna ku raporên xebat û hesaban tên kirin dema ku ji bona namzediya serokatiya giştî hatibû danîn di 15.00an da qediya.

Seroka Dîwanê Ozlem Çerçîogluyê ragihand ku di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da tenê Parlamenterê Îzmirê Kemal Kiliçdaroglu ji bona serokatiya giştî wek namzed hatiye nîşandan.

Çerçîogluyê destnîşan kir hemû serokên bajaran Kiliçdaroglu wek namzed nîşan dane.

Di komcivînê da Aytug Aticiyê Parlamenterê Mêrsînê yê berê, Îlhan Cîhanerê endamê Meclisa Partiyê û Prof. Dr. Tolga Yarman bernamzediya xwe eşkere kiribûn.

Çerçîogluyê diyar kir serlêdanên namzediya ji bona Meclisa Partiyê û Lijneya Disiplînê ya Bilind wê di saet 17.00 û 19.00an da bên hildan û komcivîn sibê di navbera saet 08.00-10.00an da bidome.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE