Komcivîna heftane ya AK Partiyê

Serok Erdoğan di Komcivîna heftane ya AK Partiyê de axivî...

Komcivîna  heftane ya AK Partiyê

 Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Di nêrîna me ya siyasetê da tiştekê wisa tune ku ji gel bixeyîdin, lomeyên xwe bikin û sûc biavêjin ser milet."

Erdogan di Komcivîna TBMMyê ya AK Partiyê da axivî.

"Di nêrîna me ya siyasetê da tiştekê wisa tune ku ji gel bixeyîdin"

Der barê hilbijartina Şaredariya Mezin a Stenbolê ya ku roja yekşemê çêbû da Erdogan got bila li ser xêrê be û namzedê CHPyê Ekrem Îmamoglu pîroz kir.

Erdogan daxuyand ya ji bo wan girîng e ew e ku îradeya neteweyî bi awayekî baş, biewlehî û bêşaîbe tecelî kiriye û wiha got: "Hilbijartina dawîn ji pirsa kî bi ser ketiye zêdetir ji ber ku tena serê xwe teredûdên teceliya îradeya neteweyî ji holê rakiriye bi qîmet e." 

Serok Erdogan wiha dewam kir: "Biryara gelê Stenbolê li ser çav û serê me ye. Di nêrîna me ya siyasetê da tiştekê wisa tune ku ji gel bixeyîdin, lomeyên xwe bikin û sûc biavêjin ser milet. Gel bi îradeya xwe ya di 24ê Hezîranê û 31ê Adarê va ji AK Partî û MHPyê ra got, 'Nesekine dewam bike'. Me di bin banê Serokomariyê da ji bo encamên salekê û ji bo kêmasî û pêşxistina pergala rêvebiriya nû xebateke berfireh da destpêkirin. Di kordînasyona Alîkarê Serokomarê me Fuat Oktay da, bi beşdariya hemû kesên têkildar em ê xebata xwe ya nirxandinê bikin."

"Em ê ji S-400î neyên xwarê"

Erdogan ji bo kirîna sîstemên parastina esmanî S-400î wiha got: "S-400a sîstema parastina hewayê ya ku me siparîş dabû înşaellah em ê di meha pêşiya xwe da teslîm hildin. Mijara S-400î rasterast bi mafê me yê desthilatdariyê ra eleqedar e, em ê jê neyên xwarê." 

Serok Erdogan wiha dewam kir: "Daxuyaniyên ku serkêşê terorê yê li Îmraliyê di van demên dawîn da dide û nirxandinên tên kirin nîşan didin ku di nav rêxistinê da li ser polîtîkayên naxweyî û yên derva cudahiyeke mezin ya fikrî derketiye holê."

Nûkirina kabîneyê

Serok Erdogan piştî ku ji Komcivîna TBMMyê ya AK Partiyê derket pirsên rojnamevanan bersivandin.

Li ser pirsa rojnamevanekî ya der barê mijara nûkirina kabîneyê da Erdogan wiha axivî: "Heke tiştekî wiha hewce bike emê bikin. Bi sîparîşê ev kar nabin. Hela ku yên vî welatî hez dikin her tim vê mijarê bînin rojevê ev ne tiştekî baş e. Wisa ji derva va guherîna kabîneyê filan nabe, mi da fêmkirin?"

Ji bo pirsa wî bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra hevdîtinek kiriye an na Erdogan got ew li ser telefonê axivîne û dema ew ji dervayî welêt vegere wê dîsa hevdîtinê bikin.

Dîroka nûkirinê: 25 Hezîran 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE