Li Wanê yek ji wan êşîrên mezin ên kurdan jî pinyanişîn e. Endamên eşîrê xwestin ku di bin banekî de bên cem hev. ji ber vê yekê jî bi girseyeke mezin ji xwe re komeleyek ava kirin. Rêvebirên komeleyê dixwazin ku hemû pinyanişî bibin endamên komeleyê.
Li herêma Serhedê gelek eşîrên mezin ên Kurdan hene.
Yek ji wan jî êşîran Pinyanişî ne.
Endamên êşîrê him li Iraqê, him jî Îranê û him jî li Tirkiyê hene.
Mezinên êşîrê xwestin ku endamên xwe di bin banekî de bînin cem hev.
Ji bona vê yekê jî dest bi avakirina komeleyekê kirin.
Piştî xebatên mezin li ser navê Pinyanişiyan li Taxa Şerefiyê ya Wanê komeleyek hat avakirin.
Him rêvebirên bajêr him jî gelek endamên êşîrê û welatî tevlî merasîma vekirinê bûn.
Rêvebirên komeleyê dixwazin ku hemû Pinyanişî û kesên din bibin endamên komeleyê.
Piştî merasîma vekirinê li beşdaran xwarin hat belavkirin û merasîm xilas bû.