Li Batmanê hin qesab ji bo avakirina komeleyekê hatin cem hev. Ji bo vekirina komeleyê merasîmek hat lidarxistin. Rêvebirên komeleyê dibêjin ew dixwazin bi xebatên komeleyê pirsgirêkên qesaban çareser bikin û xizmeteke baştir bidin welatiyan.
Pêşî daxuyanî hat xwendin, dûv re ji bo na vebûna komeleyê qurban hat serjêkirin.
Ev dîmen ji merasîma damezrandina Komeleya Qesaban a Batmanê ne.
Li Êlihê nêzî 130 qesab hene û hete niha di bin banê komeleyekê de nehatibûn cem hev.
Hin qesab li hev civiyan û ji bo avakirina komeleyekê dest bi xebatê kirin. Herî dawî jî ji xwe re komeleyek vekirin.
Rêvebirên komeleyê dixwazin di bin banê komeleyê de pirsgirêkên qesaban çareser bikin û xizmeteke baştir bidin welatiyan.
Rêvebirên komeleyê dibêjin hete niha gelek qisab hatine û ji bo tevlî komeleyê bibin serî lê dane.