Li Navçeya Omerliya Mardînê komkirina kizwanan dest pê kir. piştî komkirinê, kizwanên xwe dişon û radixin ber tavê.
Hin kes dibêjin kizwan…
Hin kes jî jê re dibêjin şînok…
Li navçeya Omerliya Mardînê berhevkirina kizwanan dest pê kir.
Cotkarên navçeyê serê sibê radibin û ji bo komkirina kizwanan diçin çolê.
Kizwanên xwe yek bi yek kom dikin û tijî dikin satilan.
Pişt re dişon û li ber tavê hişk dikin.
Ji kizwanan him sabûn him jî qehwe tê çêkirin.
Kîloya kizwanan heya 100 lîreyî tê firotin.