Komkujiya Pinarcikê nehat jibîrkirin

30 şehîdên Mehserta Mêrdînê hatin bibîranîn.

Komkujiya Pinarcikê nehat jibîrkirin

Rêxistina terorî beriya 35 salan li Mêrdînê tevî jin û zarokan 30 kes şehîd xistibûn. Ji ser komkujiya Pinarcikê yanê Xerzikê Ereboyê re 35 sal derbas bûn lê êşa wan hêj wekî berê ye û aş nebûye. Şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.

Qur’an’a pîroz xwendin…

Dia kirin…

Û kulîlk danîn ser mezelan…

Şehîdên komkujiya gundê Xerzikê Ereboyê yê Mehsertêya Mêrdînê nehatin jibîrkirin..

Beriya 35 salan rêxistina terorî li Merdînê 30 sivîlên bêguneh şehîd xistin.

Ji wê rojê heta niha êş û azara wan heman e.

Rêxistina terorî PKKê di 20ê hezîrana 1987an de bi ser gundê Xerzikê Ereboyê de girtibû. Li wê derê 16 ji wan zarok, 8 jin bi tevahî 30 kes şehîd xistibûn.

Qeymeqamê Mehsertê Abdullah Huzeyfe Çakmak û şaredar Hüsamettin Altındağ jî beşdarî bibîranînê bûn.

Pistî merasîmê, ji bo şehîdan dia hatin kirin û li ser gorên wan kulîlk hatin danîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE