Li Ercişa Vanê welatiyekî ku ji ber nexweşiya diya xwe dernakeve derve, ji koma wefayê ji bo berxika xwe bîberon xwest. tîmên şaredariyê yekser daxwaza wî anîn cih.
Hanifi Arliyê ku li taxa Yeşilovayê dijî ji ber nexweşiya kronîk a diya xwe dernakeve derve.
Çiqas ji destê Arli were naçe derve û danûstandina xwe bi xizm û nasên xwe dide kirin.
Vê carê jî ji bo berxika wî ya 4 rojî bîberon hewce bû.
Kir nekir çareyek nedît. Wî jî ji koma wefayê xwest.
Zabiteyên şaredariya Ercişê bîberona berxika wî anîn heta devê deriyê mala wî.