Komîsyona Amadehiyê ya TBMMyê biryar da ku parezbendiya Guzelê bê rakirin

Komîsyona Amadehiyê ya TBMMyê li ser du dosyayên der barê Guzelê da lêkolînên xwe temam kir.

Komîsyona Amadehiyê ya TBMMyê biryar da ku parezbendiya Guzelê bê rakirin

 Serokê Komîsyona Amadehiyê ya TBMMyê ya ku der barê Semra Guzela Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyê hatiye avakirin û Parlamenterê AK Patiyê yê Kirikkaleyê Ramazan Can daxuyand bi yekdengiyê va biryar hat dayîn ku parezbendiya Guzelê bê rakirin.

Komîsyona Amadehiyê ya TBMMyê li ser du dosyayên der barê Guzelê da lêkolînên xwe temam kir.

Piştî civînê Ramazan Can daxuyanî da rojnamevanan.

Can got Parlamentera HDPyê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu Demirê li ser navê Semra Guzelê parastina wê kir û piştî gotinên wê temam bûn komîsyonê biryara xwe da.

Can anî ziman komîsyonê bi yekdengî biryar da ku parezbendiya Guzelê bê rakirin.

Ji bo vê raporek wê bê amadekirin û di 8ê sibatê roja sêşemê heta saet 17.00î ev rapor wê pêşkeşî Komîsyona Têkil bê kirin.

Can daxuyand êdî biryar wê ya Komîsyona Têkel be.

- Pêvajoyê çawa dewam bike?

Rapora Komîsyona Amadehiyê wê di nav mehekê li Komîsyona Têkel da bê lêkolînkirin û wê bigîhêje encamê.

Komîsyona Têkel wê bikaribe ji bo rakirina parêzbendiyê û yan jî teqîbata heta dawî li wesfa parlementiyê biryara taloqkirinê bide.

Gorî qanûnê raporên Komîsyona Têkel ên der heqê rakirina parêzbendiyê da rasterast dikevin rojeva Lijneya Giştî.

Raporên Komîsyona Têkel ên li parlementeran hatin belavkirin di Lijneya Giştî da tên qisekirin. Yek jê alî û yek jî dij du parlementer li ser raporê diaxivin. Parlementerê fezlekeya wî heye bixwaze di Komîsyona Amadehiyê da û bixwaze di Komîsyona Têkel da û yan jî li Lijneya Giştî dikare parastina xwe bike û yan jî wî heqê xwe bide hevalekî xwe yê parlementer ku bikaribe wî biparêze. Heke daxwaza xeberdan û xweparastinê tunebe hevdîtin temam dibin.

Paşê rapora der heqê rakirina qanûnî da pêşkeşî Komîsyona Têkel tê kirin. Li gorî sepandina ray avêtin eşkere tê kirin. Di Lijneya Giştî da ji bo rakirina parêzbendiyê raya 151 parlementerî têr dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE