Komxebata Avê ya Navneteweyî

Ji 26 dewletan pispor li Diyarbekirê civiyan.

Komxebata Avê ya Navneteweyî

Di dinyayê de û xisûseten li herêma mezopotamyayê av her ku diçe bi qîmet dibe. Heta wê di pêşerojê de av dê ji neftê biqedirtir bibe. Ji bo di çandiniyê de av neyê îsrafkirin û bereketa axê winda nebe, ji 26 dewletan pispor li Diyarbekirê civiyan.

Av, jiyan bi xwe ye. Lê mixabin dinya bi giştî germ dibe û çavkaniyên avê her sal diçikin.

Li hemberî hişkesaliyê û îsrafkirina avê, divê teqez tevdîr werin girtin.

Li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Komxebata Navneteweyî ya Avdanî û Çandiniyê hat lidarxistin.

Ji xeynî Tirkiyeyê ji 26 welatan pispor û akademisyen li komxebatê hazir bûn.

Prof. Dr. Fuat Toprak got wê di pêşerojê de av ji neftê bi qîmetir bibe.

Di komxebatê de guhertina îqlîman, îsrafkirina avê, avdaniya şaş û girîngiya daristanê hatin nirxandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE