Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê û Herêma Pîşesazîya Organîze ya Dîyarbekirê komxebatek li dar xist. bi dehan karsaz û serokên odeyên herêmê hatin ba hev. komxebat li ser çaresrîya pirsgirêkên ticarî yên tirkiye û rêveberîya herêma kurdan bû.
Li Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê tevî Herêma Pîşesazîya Organîze "Komxebata Bazirganiya Derve ya Dîyarbekir û Rêveberîya Herêma Kurdan a Iraqê” li dar xist.
Di komxebatê de pirsgirêkên ticarî, çareyên geşkirina bazirganîya Tirkiye û Rêveberîya Herêma Kurdan hatin şîrovekirin.
Beşdaran li ser çareserkirina pirsgirêkên karsaz û bazirganan xeber da.
Di rojên pêş me de wê li Herêma Rêveberîya Kurdan jî ji bo geşkirina bazirganîya her du alîyan, komxebateke bi vî rengî were lidarxistin.