Komxebata li ser mafê heywanên bêxwedî

Dê pirsgirêkên heywanên li kuçeyan û pêşniyazên çareseriyê werin axaftin...

Komxebata li ser mafê heywanên bêxwedî

Li Fakulteya Veterînerîya Zanîngeha Dîcleyê komxebata pirsgirêkên heywanên bêxwedî û pêşniyazên çareserîyê dest pê kir. Komxebata li ser mafên heywanan dê du rojan dewam bike.

Ji aliyê gelek kesan ve şikence li heywanên bêxwedî tê kirin û mafên heywanan tên binpêkirin, vê yekê jî bala heywanhez û akademîsyenan kişand û li Dîyarbakirê ji bo vê yekê komxebatekê dest pê kir.

Ev xebat, bi piştgirîya fakulteyên veterînerîyê yên zanîngehên Dîcle, Uludag û Marmarayê li ser Pirsgirêkên Heywanên Bêxwedî û Pêşnîyazên Çareserîyê li Zanîngeha Dîcleyê tê kirin.

Beşdaran bal kişand ser zilm û şikenceya ku li heywanan tê kirin û dest nîşan kirin ku divê bi ti awayî kes zerarê nede heywanan.

Komxebat wê du rojan li fakulteya veterînerîya Zanîngeha Dîcleyê dewam bike û dê ji bo heywanên bêxwedî û li kuçeyan, rêyên çareserîyê bên guftugokirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE