Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ew ê bi sernavê "Di Wergerê da Yekîtiya Gotinê û Avakirina Zimanê Hevpar" li Enqereyê "Komxebata Ragihandin û Wergerê" li dar bixe.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê da hat diyarkirin ku komxebatê di 15ê berfanbarê da li salona konferansê ya serokatiyê were lidarxistin û bi axaftina Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun va dest pê bike.
Nûnerên saziyên dewletê û akademisyenê beşdarî komxebatê bibin.
Ji Zanîngeha Hacettepeyê, Zanîngeha Stenbolê, Zanîngeha Yildiz Teknîkê, Zanîngeha Bîlkentê û Zanîngeha Amasyayê yên di zanista wergerê da pêş ketine akademisyen, ji Wezareta Karên derva, Saziya Zimanê Tirkan, Serokatiya Yekîtiya Ewropayê, TÎKA, Ajansa Anadoluyê û TRTyê pêşkêşvanê beşdarî komxebatê bibin û komxebatê ji 4 rûniştinan pêk were.
Di rûniştinên "Xebatên Yekîtiya Gotinê û Terman" û Li Saziyên Dewletê Xebatên Werger û Termînolojiyê" da di çêkirina terman da rola wergerê, meneya gotinê, nêrîn û şîroveyê were nirxandin.
Di çarçoveya xebatên yekîtiya gotin û terman da ew ê di rûniştinê da balê bikişînin ser girîngiya projeya "Bankeya Termên Dewletê" ya ku Serokatiya Ragihandinê amade kiriye, li ser mijarên xebatên werger û termînolojiyê û bikaranîna bingeha daneyên termên hevpar bisekinin. Dîsa di çarçoveya rûniştinê da ji bo gihandina xizmetên dewletê îstixdamkirina wergeran û domandina wê jî ew ê were nirxandin.
Di rûniştina "Medya û Wergera Çapemeniyê" da jî disîplîna wergera çapemeniyê ew ê were nirxandin. Nûnerên TRTyê û Ajansa Anadoluyê ew ê tecrubeyên xwe yên teqîp û wergerandina çavkaniyên biyanî parve bikin.
Di rûniştinê da wê agahiyên li ser Sîstema Enformasyonê ya Dewletê ya xeberên Tirkiyeyê eleqedar dikin ên li welêt û dervayê welêt arşîv dike jî were dayîn û di vê çarçoveyê da mijara wergera çapemeniyê jî were nirxandin.
Di rûniştina dawîn a komxebatê da jî mijara "Wergera Metnên Dîplomatîk û Zimanê Siyasetê" ew ê were nirxandin. Di rûniştinê da ew ê cî bidin berpirsyarî û wezîfeya wergerên li saziyan.
Di rûniştina qedandinê da Alîkarê Serokê Saziya Zimanê Tirkan Prof. Dr. Feyzî Ersoyê bi sernavê "Di Nav Zimanên Dinyayê Da Ciyê Tirkî" biaxive.
AA