Konbajarê Surucê tê girtin

Konbajarê herî mezin ê penaberan heya 21ê Hezîranê wê bê girtin

Konbajarê Surucê tê girtin

Li Pirsusa Rihayê, ji bo penaberên sûriyî konbajarek hatibû avakirin. Di vî konbajarî de 35 hezar kes diman. Konbajar niha tê girtin. Dewlet ji bo penaberên ku ji xwe re wê xanî kirê bikin jî wê piştgiriyê bide.

Bi milyonan Sûriyeyî piştî şerê navxweyî hatin Tirkiyê û di konbajaran de bi cih bûn.

Ji bo penaberan gelek konbajar hatin avakirin. Yek ji wan jî ya herî mezin a Pirsûsa Rihayê bû.

Piştî 4 salan ew konbajar niha tê rakirin.

Penaber wê biçin li bajaran bimînin û him karibin bixebitin him jî ji xwe re mal û xanî kirê bikin.

Dewlet jî wê piştgiriyê bide penaberên ku wê li bajaran ji xwe re xanî kirê bikin.

Konbajêr wê heya 21ê Hezîranê bi temamî bê girtin.

Dîroka nûkirinê: 09 Gulan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE