Li Tetwana Bilîsê di çarçoveya mihrîcana biharê de konserên cuda hatin lidarxistin. di mihrîcanê de herî dawî konsera muzîkjenên biçûk hat îcrakirin. konsera biçûkan gelekî bala beşdaran kişand.
Li Tetwana Bilîsê di çarçoveya Mihrîcana Biharê de çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Çalakiya herî dawî ji aliyê muzîkjenên biçûk ve hat îcrakirin.
Di çalakiya li Navenda Çandê de zarokên di navbera 4 û 13 salî de derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Zarokên biçûk ji piyano û gîtarê heta keman û tembûrê li gelek amûrên muzîkê xistin.
Koroya navçeyê jî di konserê de payîzokên bi Kurdî gotin, defjenan jî hunera xwe pêşkêş kir.
Konser bi çalakiyeke taybet a zarokên biçûk bi dawî bû.