Konseya Bilind a Dewleta Libyayê, ji ber tezkereyê kêfxweş bû

Konseyê derbarê sedema daxwaza alîkariyê ji Tirkiyeyê ya Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya ku xwedî nasbûna navneteweyî ye û ji bo tezkereya ku ji TBMMê re derbas bû daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Konseya Bilind a Dewleta Libyayê, ji ber tezkereyê kêfxweş bû

Konseya Bilind a Dewleta Libyayê bi kêfxweşî pêşwazî li tezkereya Serokomariyê ya şandina eskeran bo Libyayê a ku li TBMMê qebûl bû, kir.

Konseyê derbarê sedema daxwaza alîkariyê ji Tirkiyeyê ya Hikûmeta Mitabeqeta Neteweyî ya ku xwedî nasbûna navneteweyî ye û ji bo tezkereya ku ji TBMMê re derbas bû daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de bal ser wê yekê hat kişandin ku di çarçoveya "têkoşîna li hember piştevanên derbekarê dijî rêveberiya rewa û milîsên wan" de alîkarî ji Tirkiyeyê hatiye xwestin û wiha hat gotin:

"Dewletên weke Îmarat, Misir, Rûsya û Fransayê yên ku piştevaniya Hefterê sûcdarê şer dikin, tehde li gelê me kirin, ji me kuştin, wêrankarî li welatê me kirin. Vê rewşê em sewqî wê yekê kirin ku ji bo parastina gelê me û sivîlan em ji dostên xwe yên Tirk bi awayekî rewa piştevaniyê bixwazin. Em gelekî kêfxweşin ku li parlementoya Tirkiyeyê tezkere qebûl bû."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2020, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE