Konsulxane wê bibe sembola dîrokê

Li Xelata Bilîsê konsulxaneya fexrî ya Kazaxistanê hat vekirin.

Konsulxane wê bibe sembola dîrokê

Li Xelata Bilîsê konsulxaneya fexrî ya Kazaxistanê hat vekirin. Konsulxane ji bo xelatê û dîroka wê ya hezar salan wê bibe mînak.

Navçeya Xelata Bilîsê bi dîroka xwe ya dewlemend tê zanîn.

Bi cih û warên xwe yên dîrokî ji bo Tirkiyeyê dereke girîng e. Bi vê wesîleyê Kazaxistanê jî li navçeyê konsulxane vekir.

Konsulxane wek fexrî hat vekirin û wê bibe mînak. Di vekirinê de gelek rayedarên bajêr jî hebûn.

Konsolusê Fexrî yê Kazaxistanê Muaz Ergezen got, ‘’Xwedê bike ev der di navbera me de bibe pirek. Ji bo em bi hev re bin em ê ked û xîreteke mezin bidin’’.

Sefîrê Kazaxistanê yê Ankarayê Abzal Saparbekuly got, ‘’Ev der cih û warê gelek şaristaniyan e. Lê bi taybetî ji bo alema tirkan dereke gelek girîng e’’.

Şandeya rayedaran piştî vekirina konsulxaneyê li bajarê kevnare geriya.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE