Kontrola aramî û trafîkê

Lêpirsîna 536 hezar kesî hat kirin, 301 hezar û 963 wesayîd hatin kontrolkirin...

Kontrola aramî û trafîkê

Wezareta Karên Navxweyî, beriya cejnê ji bo parastina asayîşê tevdîrên xwe zêde kirin. Bi beşdarbûna ekîbên cendirme û ewlehiya peravê, kontrola hizûr û trafîkê ya li Tirkiyê hat kirin. Hezar û 89 kes hatin girtin.

li 6 hezar û 211 cihan bi 47 hezar û 181 personelan kontrol hat kirin.

Lêpirsîna 536 hezar kesî hat kirin, 301 hezar û 963 wesayîd hatin kontrolkirin.

Hezar û 89 kes hatin girtin ku ji ber sûcên kuştin, birîndakirin, dizî û endamtiya rêxistina terorî polîs li pey wan bû.

Di lêgerînên li kargehan de jî gelek çekên qeçax û madeyên hişbir hatin bidestxistin.

Her wiha ji ber îxlalkirina rêzikên trafîkê li 13 hezar û 153 ajokarî ceza hat birîn.

2 hezar û 100 wesayîd jî ji trafîkê hatin menkirin.

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE