Pakdemirlî li vir got wê li 81 bajaran û navçeyan 6 rojan kontrolkirina xwarin û xurekan bê kirin û wiha axivî: "Ji bo ku bi xurekan bawerî û hişyarî çêbibe seferberiya me wê hefteyekê dewam bike. Emê ewil şîr û tiştên bi şîr tên çêkirin kontrol bikin. Ji kesên di xurekan da sextekariyê dikin ra destûr wê neyê dayîn."
Wezîr Pakdemirlî got di kontrolkirina xwarin û xurekan da heke tiştekî biçûk hebe bila esnaf neyên acizkirin, lê heke tiştekî ewladê wan nikaribe bixwe bi gel bidin xwarin bê tespîtkirin ewê cezayê bidin.
Pakdemirlî anî ziman ewê ewil şîr û tiştên bi şîr tên çêkirin kontrol bikin û wiha dewam kir: "Emê di demek nêz da xeteke WhatsAppê ya ji bo gilîkirinê vekin û giliyên welatiyan ên der barê xurekan da ji vir hildin."
Pakdemirlî got ji bilî kontrolkirina rayedaran welatî dikarin li ser xeta telefonê "Alo 174 Gıda" (Elo 174 Xurek) jî der barê xurekên xirab da giliyan bikin.
AA