Kontrolên bi cil û bergên sivîl

Polîsên Ankarayê derbasokên peyayan kotrol kirin...

Kontrolên bi cil û bergên sivîl

Li Enqereyê polîsên trafîkê bi cil û bergên sivîl kontrol kirin. Polîsên trafîkê yên sivîl hatin derbasoka peyayan û lê nêrîn ka ajokar rê didin peyayan an na. Ajokarên ku rê nedan peyayan ciza xwarin. Di çarçoveya kampanyaya “pêşî heyat pêşî peya” de bênavber kontrol tên kirin.

Polîsên trafîkê bi cil û bergên sivîl kontrolan dikin.

Bi taybetî li derbasokên ku lembayên trafîkê tune ne kontrol tê kirin.

Polîsên sivîl ji derbasokê derbas bûn, ekîban jî li pêşiya wan cihekî kontrolê danîn.

Ajokarên ku rê nedan peyayan hatin tespîtkirin.

Ji bo wan 488 lîre ceza hat birîn.

Armanca projeyê ne bi tenê birîna cizayê ye. Ligel vê tê xwestin ajokar bi baldarî hereket bikin.

Ji bo vê jî broşûrên ku hûrgiliyên sepandinê tê de hatine nivîsandin tên belavkirin.

Li Tirkiyê ji ber qezayên trafîkê salê nêzî hezar 700 pêya jiyana xwe dest didin.

Ji bo ku hejmara mirinan kêm bibe, sala 2019an wek Sala Trafîkê ya Peyayan” hat îlankirin.

Sepandina “ pêşî heyat pêşî peya” dest pê kir.

Bi vê sepandinê tê xwestin heke lambeyên trafîkê tune bin jî divê ajokar rê bidin peyayan.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 09:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE